Siyonîstan îxlal kirina agirbesta ku bi Lubnanê re kiriye didomîne
Rejîma siyonîst di 39emîna roja agirbestê ya bi Lubnanê de 16 caran agirbestê îxlal kir.
Artêşa îşxalker di 39emîna roja egirbestê de êrîşî Sûr û Nebatiyeya başura Lubnanê kir.
Tanqên ku aidî artêşa îşxalê ne, cihekî ku nêzîkî kompleksekî sporê ya lu herêma Dubîyeya bajaroka Meys el-Cebelê dimîne hedef girtin.
Artêşa îşxalker gelek xaniyên ku li herêma ku di navbeyna bajarokên Taybe û Rabbuyê de ne, teqand.
Tanq û buldozerên ku aidî artêşa îşxalê ne, li Meheleya Marûnê ku li Bint Cibeyl û bajaroka Marûn er-Rasê dimîne guleyan li malekî barandin.
Artêşa îşxalker gelek xaniyên ku li herêma di navbeyna bajarokên Alma eş-Şaab û Tayr Harfayê de ne, teqand.
Li gorî daneyên Wezareta Sihetê ya Lubnanê, ji êrîşên rejîma îşxalker a ku di 8ê Cotmeha sala 2023an vir ve tevî 1106 zarok û pîrek, 222 xebatkarên sihetê herî kêm 4 hezar kes jiyan xwe ji dest dan, zêdeyî 16 hezar kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)