Amerîkaya îşxalker 8 milyar dolar desteka çekan dide siyonistan
Ji alîyekî îşxal, zilm û zordarîya siyonistan a li Xezzeyê berdewam dike û ji alîyê din ve jî Bîdenê ku wezîfeya wî li ber xelasbûnê ye ji bo 8 milyar dolar desteka çekan bide siyonistan dest bi hereketê kir.
Di bergeha peymana ku hat kirin de ew ê Amerîkaya îşxalker 8 milyar dolar desteka çekan bide rejîma teror û îşxalê.
Ji bo vê desteka leşkerî îdareya Amerîkayê agahî da kongreyê. Di bergeha destekê ew ê ji siyonistan re desteka fûze, top û muhîmatê ji îşxalkeran re bê dayîn.
Tê diyarkirin Amerîkaya îşxalker heta niha nêzî 22 milyar dolar desteka leşkerî da siyonistên terorîst.(ÎLKHA)