Siyonistan li Cenînê Filistînîyekî din jî şehîd kirin
Di encama êrîşa siyonistên terorîst ku li Cenînê hat lidarxistin Filistînîyek şehîd bû.
Li gorî agahîyên ku ji medyaya mehelî hatine wergirtin siyonistên îşxalker êrîşî mala Hasan Alî Hasan Rabayê 37 salî kirin.
Di encama êrîşê de Hasan Alî Hasan Rabayê 37 salî şehîd bû.
Hat hînbûn Alî Rabayayê lawê Hasan Alî Hasan jî di meha tîrmehê de ji teref siyonistan ve hatibû şehîdkirin.(ÎLKHA)