• DOLAR 35.498
  • EURO 36.657
  • ALTIN 3054.61
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Ji bo îstîqrara li Sûrîyê berdewam bike divê piştgirî bê dayîn!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dînç, di daxuyanîyê de derheqê gengeşîya di navbera Pakistan-Efxenistanê de jî axivî û îfade kir ku pevçûna di navbera herdu welatan de heye bi rêya dîplomasîyê wê çareser dibe.

Derheqê Sûrîyeyê de jî weha got, “Di pêvajoya ji nû ve lêkirina Sûrîyeyê ya warê aborî û sîyasî de divê welatên herêmê rolên aktîf bigrin ser milên xwe.”

Temamî daxuyanîyê weha ye:

Gengeşîya Efxenistan-Pakistanê

Pakistanê, piştî êrîşên li dijî qereqolên wî yên sînor, axên Efxenistanê bi tundî hedef girt û êrîşan pêk anît, di êrîşan de herî kêm 51 kes mirine. Ji bo pevçûnên ku carna di navbera Efxenistan û Pakistanê de derdikevin bêne astengkirin divê bi lez û bez teşebûsên dîplomatîkî bêne destpêkirin. Divê ji bo çalakîyên hedefgirtina aştî û îstîqrara herdu welatan a ji teref rêxistinên çekdar ên curbecur ve têne kirin bêne eşkerekirin.

Êrîşa dawîn a ku Pakistanê li dijî axên Efxenistanê pêk anît û gotina heyfstandina Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, rîska pevçûnekî mezin a di herdu welatan de derdixe holê. Di herdu welatên ku dûçarê êrîşên hindir û derve têne, bi tevî ewlehîyê micadele dikin ku di warê aborî û sîyasî de îstîqrar çêbibe de, rêya îstîqrarê ji hevkarîyekî biqewet de derbas dibe. Ji ber vê yekê divê herdu welat jî li hember êrîşên ku mekanîzmayên wan ên ewlehîyê hedef digrin tevgerekî hevpar bikin, ji bo pêşgirtina êrîşan mizakere bê kirin. Di vê çarçoveyê de divê Tirkîye û welatên dinê yên Îslamî jî di navbera herdu welatan de bibin navbeynkar. Bila neyê jibîrkirin ku krîza ewlehîyê, bêîstîqrarîya aborîyê jî bi xwe re tîne, gelên ku di dîroka nêz de ji ber herban êş û janên giran jiyandine cardin bila nekevin vê hilweşandinê û ev jî bê astengkirin.

Geşedanên dawî yên li Sûrîye

Kêf û hêvîya li Sûrîyê ku piştî hilweşîna rejima Baasa 61 salî zêde bûye, dîsa bi nîqaşên kaos û mezheptîyê tê armanckirin ku di qirika wan de bimîne. Peyamên di bingeha dîyalog û yekîtîyê ya li hember mezheptî û bêîstîqrarîya bireveberîya nû muhîm e. Ji bo ji nû ve lêkirina Sûrîyeya ku berdêla herba navxweyî bi candayînên bi sedhezaran, bi penaberbûna bi milyonan û bi xerabûnekî mezin daye divê hemû alî bi hev re hereketê bikin.

Di vê çarçoveyê de divê birevberîya nû ya Sûrîyeyê ku bi her alî re peyamên dîyalog û bihevrebûnîyê dide bê piştgirîkirin. Ji bo endîşeyên hinek civakên li welat bêne bersivkirin û wan endîşeyên wan ji wan bê birîn divê pêvajoya lêkirina Sûrîyeyê bê lezkirin, makeqanûnekî nû ya ku di warê dînî, mezhebî û nîjadî hemû kesan bigre nav xwe bê sazkirin. Bi navê pêşgirtina Krîzan divê serokên civakan bi bireveberîya nû re fealîyetên dîyalogê bidomînin, divê bê astengkirin ku welat ji nû ve nekeve nav kaosê.

Divê welatên herêmê yên dinê di warê ji nû ve lêkirina Sûrîyeyê ya di warê sîyasî û aborî de rolên aktîf bigrin. Ji bona ku mueyyîdeyên navneteweyî yên li ser welat bêne rakirin jî micadele bê kirin, ji bo lêkirina binesazî û bajaran di warê fînansî de alîkarî bê kirin. Rabûn û pêşgetina sîyasî û aborî ya Sûrîyeyê ew ê ji bo penaberên ku xwe sipartine welatên dinê di nav ewlehî û rûmetê de vegerin îmkanek çêbike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir