Li ser rêya Êlih-Diyarbekirê qeza: 1 mirî
Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Êlih-Diyarbekirê pêk hat de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Di qezaya ku li ser rêya gundê Xincika ya ser rêya Êlih-Diyarbekirê pêk hat de hat îfadekirin mînîbusa bi plaqeya 21 LB 608 ya ku di bin kontrola B.Ç. de bû ji kontrolê derket û qulipî.
Di bûyerê de şofêr B.Ç. û bav M.S.Ç. birîndar bûn lê hat rewşa M.S. Ç. giran bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin, mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku M.S.Ç. tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.
Piştî qezayê demekê rê li trafîkê hat girtin, lê piştî ku mînîbus hat rakirin hatûçûndin normal bû.
Hat ragihandin ku qeza ji ber cemedê pêk hatiye. (ÎLKHA)