HAMAS: Em ji peymanekî ku herbê bide sekinandin û gelê me biparêze re hazir in
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku doh li Dohaya paytexta Qeterê mizarekeyên agirbestê ên bi rejima sîyonîst re ji nû ve dest pê kir.
Hamasê, diyar kir ku li Dohaya paytexta Qeterê bi rejima îşxalker a sîyonîst re ji bo agirbesta li Xezzeyê mizakereyên nerasterat ji nû ve dest pê kirin.
Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li Dohayê mizakereyên nerasterast ji nû ve dest pê kirin. Ew ê van mizakereyan, ji bo peymanekî ku bi agirbesteke tam encam bibe, hêzên îşxalê ji Xezzeyê vekişin û Filistînîyên ku ji cîhê xwe bûne vegerên malên xwe bi baldar be.”
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ew ê HAMASê, bi ciddîyetî û sekineke pozîtîfî, ji bona ku peymanekî li gorî daxwazên gelê Filistînê çêbibe xebatek li dar dixe. Bal hat kişandin ku armanca peymanê, sekinandina herba qirkirin û nîjadkujerîya rejima îşxalker a li Xezzeyê ye.
Hatibû daxuyandin ku ew ê lijneya rejima îşxalker ji bona ku bi HAMASê re mizakereyên pevguhertina êsîran li dar bixe ew ê biçe Dohayê.
Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref serokwezîrtîya qaşo ya rejima sîyonîst ve hatibû belavkirin de hatibû ragihandin ku Netenyahuyê terorîst ji bo lijneyekî ku di nav de rayedarên Mossad û artêşê jî hene biçin Dohayê biryar dabû.
Netenyahu, ji ber sebebên sîyasî yên di Raya giştî ya navneteweyî û sîyonîstên îşxalker de ku bi HAMASê re peymana pevguhertina êsîran nake tê sûcdarkirin.
Netenyahu jî di daxuyanîya xwe ya ku di 20ê Kanûnê de ji Rojnameya Emrîkayê re dabû de weha îfade kiribû, “Heta ku Hamas ji holê bê rakirin ew ê herb berdewam bike û ew ê hebûna Hamasê ya li sînorên îsraîlê jî qebûl nekin.”
Tê texmînkirin ku li Xezzeyê 101 êsîrên sîyonîst hene.
Ji van êsîran jî tê texmînkirin ku ji sisê yekê wan mirine. (ÎLKHA)