• DOLAR 35.392
  • EURO 36.514
  • ALTIN 2999.93
  • ...
Ensarullahê Yemenê axên îşaxlkirî bi fuzeyên hîpersonîk hedef girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkeran diyar kirin ku fuzeya Yemenê li îskana Modîîna nêzê Qudsê ketîye xwarê. Hinek çavkanî jî destnîşan kirin ku fuze li baregehekî leşkerî ketîye.

Çapemenîya îşxalê KAN, rast kir ku 12 sîyonîstên îşxalker dema ku direvîyan diketin nav sitargehan birîndar bûn û ji ber lêketina sîrenan 9 îşxalker jî ji ber panîkê birîndar bûne.

Medyaya îşxalê, ragihand ku piştî avêtina fuzeya balîstîkî ya Yemenê nêzê 5 milyon şênî ketine nav sitargehan.

Hat destnîşankirin fuzeya ku hatîye avêtin bûye sebeba sekinandina seferên li Balafirgeha Ben Gurionê.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku fuzeya Yemenê li derdorê Qudsê ketîye xwarê û agirekî mezin derketîye.

Ji teref çavkanîyên Yemenê ve hat îfadekirin ku artêşa sîyonîst ji bona ku fuzeyê bide sekinandin sîstema parastina hewayê ya THAADê ya aîdê Emîkayê bikaranîtîye lê dîsa jî nikaribûye fuzeyê bidana sekinandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir