• DOLAR 35.392
  • EURO 36.514
  • ALTIN 2999.93
  • ...
SON DAKİKA
NY: Li Xezzeyê cihekî ewle tine, kes ne di ewlehîyê de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini derbarê êrîşa li ser herêma El-Mevasî ya ku rejima îşxalker îddîa kir ku "ewle" ye daxuyanî da û got di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşên li ser Xezzeyê dest pê kir û diyar kir ku ji wê demê û vir ve li herêmê tu cihekî ewle û ewledar tine.

Lazzarini bal kişand ku di êrîşa li El-Mevasî de gelek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û wiha got: "(Ev êrîş) bi bîr xist ku herêmeke ewle tineye ku herêmeke însanî hebe.”

Lazzarini diyar kir ku her roja bê agirbest ew ê li Xezzeyê bibe sedema trajediyên zêdetir.

Di êrîşa dawî ya hewayî ya rejîma sîyonîst ser çadirên Filistîniyên bi darê zorê yên li herêma El-Mevasî de, 11 kes ji wan herî kêm 3 zarok şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir