• DOLAR 35.392
  • EURO 36.514
  • ALTIN 2999.93
  • ...
SON DAKİKA
Karwana Hêvîyê ya Wanê alîkarî da malbatên hewcedar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya ku her sal di Eyda Qurbanê de goştê heywanên serjêkirî yên ku serjê dikin, digihîne feqîran, di demên din de jî goştê qurbanên wed, akika û şikrên ên ku ji teref xêrxwazan ve ji aliyê wekalet ve tên serjêkirin, teslîmê kesên hewcedar dike.

Serokê Komeleya Kerwanaya Hêvîyê ya Wanê Sedat Vatan spasîyên xwe pêşkêşî xêrxwazên ku ji bo şeva Regaîê beşdarî vê çalakîya alîkarîyê bûn kir û got, “Ji ber zilma ku ev zêdeyî 14 meh in li Xezzeyê tê kirin, me qasî ku ji destê me hat alîkarîyan ji Xezzeyê re şand û em ê berdewam jî dikin. Lê belê em malbatên mexdûrên Wanê jî ji bîr nakin. Di destpêka van rojên pîroz de me goştê sor diyarî bi dehan malbatên hewcedar ên Wanê kir. Xwedê ji her kesê ku beşdarî vê xêrê bûn razî be,"

Vatanê di axavtina xwe ya ku kir de banga piştgirîyê li gelê Filistînê kir û weha got: “Xwedê Şeva Regaibê û 3 mehan ji alema Îslamê re bi xêr û bereket bike. Hêvîdar im ku bibe sedema azadîya Mislimanan û azadkirina Filistîn û Mescida Eqsayê. Hêvîdarim ku berîya ku em têkevin Remezanê em ê Mescid Eqsa rizgarkirî bibînin. Zilma sîyonîst li ser rûyê erdê bênavber berdewam dike; Malên misilmanan tên bombekirin, zarok û jinên wan tên qetilkirin. Divê em hemû bi hev re dua û alîkarîyê bikin."

Karwana Hêvîyê diyar kir ku ji bo dermankirina birînên bindestan û piştgiriya malbatên hewcedar dê fealîyetên xwe berdewam bikin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir