Rejima sîyonîst êrîşê Şamê kir
Rejima îşxalker a sîyonîst, di seatên êvarê de ji hinek cîhên Sûrîyeyê re êrîşa asîmanî li dar xist, hat destnîşankirin ku mirî û birîndar hene.
Rejima sîyonîst a îşxalker, êrîşî navçeya Sefîreya başûrrojhilata Helebê kir.
Hat diyarkirin ku ji baregeha parastina hewa û depoya 404 nimereyê re 10 êrîş hatine lidarxistin.
Leşkerên qaşo yên sîyonîstan ji herêmê re bi wesayîtên hewayê operasyona daxistinê pêk anîtin.
Hat diyarkirin ku li herêmê pevçûn pêk hatîye.
Li herêma Sefîreyê, tesîsên senayîya parastinê û navenda lêkolîna leşkerî yên ku ji dewra Beşar Esad ve mane hene.
Rejima sîyonîst a îşxalker, ji 8ê Kanûnê vir ve bi ketina rejima Baasa 61 salî êrîşên xwe yên li dijî Sûrîyeyê zêde kirîye.
Sîyonîstên ku Girên Golanê îşxalkiribûn, vê gavê îşxalên xwe berfireh kirin û 25 kîlometre nêzê Şamê hatin. (ÎLKHA)