Serîyyeyên Qudsê: Êsîrekî sîyonîst teşebûsa întîharê kir
Berdevkê Tûgayên Qudsê ya baskê leşkerî ya Cîhada Îslamî ya Filistînê Ebû Hamza, diyar kir ku ji ber derengxistina agirbestê êsîrekî sîyonîst teşebûsa întîharê kirîye encax micahîdan wî xelas kirin.
Berdevkê Tûgayên Qudsê Ebû Hamza, di daxuyanîya ku li ser Telegramê belav kir de, îfade kir ku piştî astengkirina agirbestê û anîtina şert û mercên nû yên ji bo agirbestê ya hikumeta Netenyahu, êsîrekî sîyonîst ji ber rewşa psîkolojîk teşebûsê întîharê kir.
Ebû Hamza, destnîşan kir êsîrê ku sê roj berê teşebûsa întîharê kiribû ji teref ekîbên tenduristî ya Serîyyeyan ve hat xelaskirin, hat ragihandin ev êsîra ku teşebûsa întîharê kirîye û êsîrên ku li Xezzeyê têne girtin, di nav plana serbestberdana êsîrên ku bi peymana agirbestê ya di nav xwe de pevguhertina êsîrên Filistînî ya di zindanên îşxalê de ne jî dihewîne de cîh digre.
Ji teref Ebû Hamza ve weha hat gotin, “Piştî ev teşebûsa întîharê Serîyyeyên Qudsê biryara zêdekirina tedbîrên ewlehîyê û ewlehîya di nav êsîran de girtine.” (ÎLKHA)