• DOLAR 35.346
  • EURO 36.642
  • ALTIN 3010.97
  • ...
Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêzên asayîşa Silêmanî, di 31ê Kanûnê de hinek şîrketên produksîyonê, çapemenî û navendên çandî ya ku nêzê PKKê ne girtin.

Hat îfadekirin ku di navbera sazîyên ku hatine girtin de navenda Tevgera Jinên Azad, Şîrketa Nûgarê, Şîrketa Merzîyayê û şîrketa Prodûksîyona Gzîng/Berbeyan a Jin TVyê hene.

Hat destnîşankirin ku girtin bi biryara Konseya Dadgeha Iraqê hatîye kirin û sazî û navendên ku pêvajoya lîsansê wan qedîyane di nav xwe de dihewîne.

Konseya Dadgeha Iraqê, di 6ê Tebaxê de Partîya Demokrasîyê û Azadîya Êzidîyan û Tevgerî Azadîyê girtibû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir