Li Emrîkayê êrîşa çekdarî û biwesayîtî: 10 mirî, 30 birîndar
Li wîlayeta New Orleansa Emrîkayê wesayîtek ket nav qelebalixîyê, dûre şofêrê wesayîtê ji derdorê re gule reşand.
Li ser Ceddeya Bourbona li Taxa Fransiza New Orleansê, ji ber ku wesayîtek ket nav mirovên derdorê herî kêm 10 kes mirin, ji 30yî zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Li gorî îddîayan, qamyonetekî bi lez ketîye nav qelebalixîyê, dûre jî şofêrê wesayîtê ji wesayîtê peya bûye û ji derdorê re gule reşandîye. Di encama bûyerê de li gorî diyarîyên ewil 10 kes mirine, ji 30 kesan zêdetir mirov jî birîndar bûne. (ÎLKHA)