• DOLAR 35.392
  • EURO 36.514
  • ALTIN 2999.93
  • ...
Li Dîyarbekirê bi beşdarbûna gelek mirovan ji bo Xezzeyê meş hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Dîyarbekirê bi destekdayîna ji Xezzeyê re ketin sersala nû.

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê ji bo Xezzeyê meşek girseyî lidarxist.

Li Dîyarbekirê meşa ku hat lidarxistin de qirkirina sîyonîstên îşxalker hat lanetkirin û gel eleqeyek mezin nîşanda.

Piştî meşa ku li çarrêya hala nû bidawî bû, daxuyanîya çapamenîyê hat dayîn.

Daxuyanîya çapamenîyê ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal ve hat xwend.

Unsal di daxuyanîyê de weha got, “Em li dinyayekî ku zarok, pîrek û masûm nayê parastin dijîn. Bêdengîya ji êş, çîle, zilm, wahşet qirkirinê re êdî em hatine noxteya qelihandina însaniyetê. Li ser navê însanîyetê çiqas nirx hebin hemû tên îxlalkirin. Li Xezze ev bû 15 mehe qirkirina rejîma îşxalkera sîyonîst dewam dike. Heta ku alema însanîyetê ji vê zilma rejîma îşxalker a sîyonîst re bêdeng bimîne ew ê zilim qat bi qat zêde dibe.”

Di daxuyanîya çapamenîyê de hat destnîşankirin ku di 7ê Cotmeha sala 2023yan de Operasyona Tofana Eqsayê hatîye destpêkirin mîlad e.

Cahît Unsal weha berdewam kir:

“Operasyona Tofana Eqsayê ev sed sale îşxala ku nedihat dîtin da ber çavan. Rûyê rastîn ê dewlet û aktorên navneteweyî derxistîye holê. Di tarîxê de qet nehatîye dîtin ku qatil û qetlîamker ewqas hatine destekkirin. Hêzên emperyalîstên rojava wexta mesele Misilman bin heta îro tiştên îddîa dikir weka heqên însanan, heqên zarokan, heqên pîrekan, destlênedayîna sivîlan û azadî hemû van nirxan îxlal dikin.”

Di daxuyanîya çapamenîyê de di serî de Tirkiye bang li hemû welatên herêmê hat kirin û hat gotin hêvkarîya hêzê bikin û îttîfaqa Qudsê ava bikin:

“Polîtîqayên îşxalê û belavbûna rejîma sîyonîst noxteya bigêhêjê wê van beldeyan em lê dijîn be. A niha hemû hesab li ser vê yekê ye. Hewceye Tirkîye li dijî vê yekê tedbîran bigre. Di serî de Tirkîye hemû welatên xwedî wicdan vê hêzê pêk bînin. Hewceye li dijî zilma pêk tê bêdeng nemîne. Tirkîye û welatên herêmê hewceye hêvkarîya hêzên bikin û Îttîfaqa Qudsê ava bikin.”

Cemîk Cahît Unsal di dawîya daxuyanîyê de peyamên Weqfê xwend û peyama weqfê weha da rêzê:

“-Divê welatên Îslamî û dewletên xwedî wijdan ji bo sekinandina qirkirina li Xezzeyê bi lez û bez tevbigerin; Divê wezîfeyên xwe yên Îslamî, sîyasî, leşkerî û însanî bi cih bîne.

- Civak û dewletên navneteweyî divê bi bikaranîna hemû rê û rêbazên zext û zorê  bikarbînin îstîmal bikin ku rejîma sîyonîst dest ji qetlîaman berdin, îttîfaqên herêmî bên avakirin û li hemberî sîyasetên berfirehxwaz û îşxalê yên sîyonîstan gavên berbiçav û fiîlî bên avêtin.

- Piştgiriya leşkerî, lojîstîk û teknolojîk ji berxwedanê re bê dayîn û şert û mercên HAMASê yên ji bo agirbesta mayînde ya li Xezzeyê bên destekkirin.

- Divê yekparçeyîya axa Sûrîyê bê parastin û muhafezekirin, ji bo derketina sîyonîstan ji Girên Golanê yên îşxal bûne gavên hewceyî bên avêtin.

- Yemen, Iraq, Îran û Lubnana ku cewaba rejîma îşxalker a sîyonîst didin û mucadeleyê dikin, divê bên destekirin û boykotkirina malên ku desteka qirkirina sîyonîstan dikin dewam bike.

- Qanûna du hemwelatîbûna sîyonîstên Tirk ên ku li Xezzeyê sûcê qirkirin kirin, ku pêşkêşî Meclisê hat kirin û demeke dirêj li bendê mabû, divê tavilê bibe qanûn.” (ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir