Tûgayên Qessam, sala nû bi avêtina fuzeyan vekir!
Tûgayên Qessam ê baskê leşkeri ya tevgera HAMASê, sala nû bi avêtina fuzeyan a ji îskana “Netivot”a rojhilata Xezzeyê vekir.
Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku ew ji bo berteknîşandana ji êrîşên rejima îşxalker a li dijî sîvîlan re operasyona füzeye li dar xist.
Ji ber du roketên ku ji navenda Xezzeyê hatin avêtin li Negeva Rojavayê sîren lê ketin.
Berxwedana li Xezzeyê, di serê sala 2025an de ji herêma Necefa Rojavayê re du fuzeyan avêt û li gelek herêman elarm ketin devreye.
Çapemenîya îbranî, diyar kir ku sîstema parastina hewayê ji fuzeyan yek sekinandîye, lê yê dinê li herêmekî ketîye û di encamê de candayîn an jî birîndarbûn çênebûye.
Qenal 7 a Îbranîyan, destnîşan kir ku wek sala borî di heman seatê de ji îskana Netivotê re füze hatibû avêtin û di seat 00.00an de sîren lêketibûn. (ÎLKHA)