Şofêrê otobûsa ku li Erzîncanê qelibîbû canê xwe ji dest da
Li Erzîncanê roja Şemîyê otobûsekî qelibîbû û 21 kesan birîndar bûbûn, hat îfadekirin ku şofêrê otobûsê li nexweşxaneya ku tedawîyê didît de canê xwe ji dest da.
Qeza, di 28ê Kanûnê de li ser rêya Sêwas-Erzîncanê pêk hatibû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, dema ku cenazeya mirovekî ku li navçeya Kartala Stenbolê wefat kiribû û ji navçeya Uzumluya Erzîncanê re dihat anîtin de otobûs gêrê şerempolê bûbû.
Di encama qezayê de şofêrê otobûsê Alî Gulmuş û 20 rêwî birîndar bûbûn. Hat hînbûn ku Gulmuş li nexweşxaneya ku tedawîyê didît de canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)