Li Xezzeyê cîvîk ji ber sermayê canê xwe ji dest dan
Li Deyr El Balaha navenda Xezzeyê ji cotikan yekî dinê jî ji ber sermayê canê xwe ji dest da.
Li gorî xebera Ajansa Xebera Filistînê Wafayê çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku pitikekî bi navê Alî el-Batranê ji ber sermayê canê xwe ji dest daye.
Çavkanîyan, îfade kirin ku Cumayê ku ew jî civîka Alî El Batran e doh ji ber sermayê canê xwe ji dest dan.
Bi tevî van civîkan di nav vê hefteyê de 6 zarok Ii Xezzeyê canê xwe ji dest dan.
Çend roj berê jî çar zarokên ku nû hatibûn dinyayê û di navbera 4 û 21 rojî de bûn, ji ber sermayê canê xwe ji dest dabûn.
Li gorî çavkanîyan, ji ber kêmxwarina dayîkan, di zarokan de nexweşên nû derdikevin ortê, ji ber şert û mercên zor û zehmet jî rewşa wan a tenduristîyê ber bixerabîyê ve diçe.
Midûrê alîkarîya tibbî ya li bakur û Xezzeyê Muhammed Ebû Afaş jî ji ber tinebûnîya xwarin, vexwarin û mamayên bebikan zarokan her roj şehîd dikevin. Li herêmê kon, betanî û xwarin tineye. (ÎLKHA)