Îşxalkeran li Xezzeyê ji heman malbatê 9 kesan şehîd kir
Sîyonîstên îşxalker, li Xezzeyê hedefgirtina mala Xezzeyîyên ku ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine didomîne. Di êrîşan de gelek kes şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristîyê hatine bidestxistin, sîyonîstên îşxalker mala malbata “Neamî” ya ku li Kampa Megazîyê ye bomberdman kir. Di encama bomberdmanê de ji heman malbatê 9 kesên ku di nav wan de zarok jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin êrîşekî heman jî li Kampa Cîbalîyeyê hat lidarxistin. Balafirên herbê yên îşxalkeran komekî Filistînîyan hedef girt, di encamê de herî kêm 2 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)