Li Xezzeyê 25 êsîr hatin serbestberdan
Hêzên îşxalê, 25 êsîrên li Xezzeyê ku di dema êrîşa bejahîyê de êsîr girtibû û bi zorê wan winda kiribû serbest berda.
Li gorî çapemenîya Filistînê hêzên îşxalê, li nuqteya Kerem Ebû Selema li başûrê Xezzeyê 25 êsîran bi navbeynkarîya Xaça Sor serbest berda.
Êsîrên ku hatin serbestberdan, ji bo tedawîyê ji Nexweşxaneya Xezze ya Ewrûpayê ku li rojhilata Xan Yûnisê re hatin neqilkirin.
Hat destnîşankirin ku piranîya êsîran şênîyên bakurê Xezzeyê ne û di dema êrîşên leşkerî ya li dijî herêmê de ji teref hêzên îşxalkeran ve hatine êsîrgirtin.
Hat îfadekirin ku hinek êsîrên ku dûçarê îşkence û muameleyên neînsanî bûne dema ku hatine serbestberdan secdeya şikrê kirine.
Li gorî îfadeyên êsîrên Xezzeyî yên ku di demên nêz de hatine serbestberdan, ji hefteyan zêdetir dûçarê îşkence û muameleyên neînsanî bûne û daîma kutanê xwarinê. Ev jî ji ber muameleya xerab û îşkenceyê di canê êsîran de bûye sedema werimandin, birîn û reşbûnan.
Li gorî Daîreya Karên Êsîrên Berê û Êsîran ,îşxalker, li Xezzeyê nêzê 2 hezar û 500 zilam û pîrekan êsîr girtîye û wan di zindanên cuda de digre. (ÎLKHA)