Li Hîndistanê otobûs ji pirê ket xwarê: 8 mirî
Li wîlayeta Pencapa Hîndistanê otobûsek ji pirê ket xwarê, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li nêzê gundê Jiwan Singh Walaya ku girêdayê navçeya Bathindaya wîlayeta Pencapê pêk hat.
Rayedaran îfade kirin ku otobûs, ji ber şilîyê şiqîtîyaye û ji pirê ketîye xwarê, di encama qezayê de herî kêm heşt kes mirin, ji bîstûçar kesan zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku yek ji mirîyan zarokekî 2 salî ye.
Mirovên ku di nav otobûsê de bûn îfade kirin ku otobûs gelek bi lez hatîye ajotin û li alîyê dinê jî wesayîtekî hatîye, li ser vêya şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û ji pirê ket xwarê.
Polês ragihand ku li cîhê qezayê 46 rêwî hatin xelaskirin. (ÎLKHA)