Tevgera Ensarullahê Yemenê: Em ê ji êrîşên îsraîlê re bersivê bidin
Endamê Ofîsa Sîyasî ya Tevgera Ensarullahê Yemenê Hîzam El Esad, destnîşan kir ku ew ê ji êrîşên rejima îşxalker re bersivê bidin.
El Esad, bal kişand ku Yemenîyan bi sîyonîstên îşxalker, Emrîka û Îngilistanê re di nav herbekî mezin de ne.
El Esad destnîşan kir ku ji bo bersivê gelek alternatîf hene û weha bal kişand, “Divê rejima sîyonîst ji bo van êrîşdarîyên xwe di nav bêvîya bertekekî biqewet de be.” (ÎLKHA)