Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn
Meteorolojî; ji bo hinek herêmên Colemêrg, Wan, Şirnex û Bêdlîsê hişyarîya berfê da. Tê texmînkirin ku berf roja şemîyê piştî nîvro tesîra xwe winda bike.
Li gorî nirxandinên dawîn ên Meteorolojîyê, ji gelê bakurê re ji bo barîna berfê hişyarî hat dayîn.
Hat destnîşankirin ku derdorê Colemêrgê, başûrê Wanê, rojhilata Şirnexê û navçeya Xizana Bêdlîsê ew ê ji sibe şûn ve bikeve bin tesîra berfê. Tê texmîkirinku ew ê berf sibe bibare û heta pişî nîvroyê şemîyê berdewam bike. (ÎLKHA)