Îşxalkeran li Xezzeyê malbatekî dinê jî bomberdman kirin: 5 şehîd, 20 birîndar
Sîyonîstên îşxalker, êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne, li dijî Nexweşxaneya Kemal Advan û Taxa Zeytûnê jî êrîşên xwe zêde kirîye.
Hat îfadekirin ku artêşa îşxalê li Taxa Zeytûnê mala malbata Dellulê bomberdman kirin û di encamê de ji 40î zêdetir mirov di bin kavilan de man, encax hêna jî nehatine xelaskirin.
Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku li gorî diyarîyên ewil ji malbata Dellulê 5 kes şehîd bûne, 20 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)