Karwana Hêvîyê li Wanê komir û êzingan belav kir
Karwana Hêvîyê, li Wanê ji malbatên feqîr û mexdûr re êzing û komiran belav kir.
Li Wana ku zivistan gelek xedar derbas dibe, Weqfa Karwana Hêvîyê ji malbatên mihtac re ji bona ku hilmekî bistînin xebatên alîkarîyê bikartîne.
Malbatên feqîr îfade dikin ku di mehên zivistanê de bidestxistina êzing û komirê gelek zor û zehmet e, ji ber vê yekê ji hemû kesên ku destekê didin wan re teşekûr dikin.
Bi tevî alîkarîya êzing û komirê alîkarîya mehane jî berdewam dike.
Serokê Wanê yê Karwana Hêvîyê Sedat Vatan derheqê xebatan de agahîyan da, “Li Wanê bi tevî desteka xêrwazan ji bi dehan malbatan re komir û êzing hatin belavkirin. Malume ku di mehên zivistanê de lazimatîya êzing û komirê heye. Ji bona ku ji malbatên zêdetir re em xwe bigêjînin li hêvîya alîkarîyê we ne. Xwedê ji hemû kesên ku keda wan ketîye nav vê xizmetê razî be.”
Karwana Hêvîyê destnîşan kir ku ew ê alîkarîyên wan berdewam bike û ji ber vê yekê ji hemû xêrxwazan re bang kir. (ÎLKHA)