HAMAS: Şertên nû yên ku îşxalkeran didin pêş gihaştina agirbestê dereng dixîne
HAMASê, bal kişand ku ji ber pêşxistina şertên nû ya sîyonîstên îşxalker a di warê pevguhertina êsîran û agirbestê de gihaştina agirbestê dereng dixîne.
HAMASê, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşankir ku mizakereyên agirbest û pevguhertina êsîran a bi navbeynkarîya Misir û Qeterê li Dohayê tê kirin bi şekleke ciddî pêşve çûye, îfade kir ku tevger mesulîyet û hêsanîyê nîşan dide.
Tevger, ragihand ku rejima îşxalker; di warê vekişîn, agirbest, vegerîna êsîr û mirovên ku ji cîhê xwe bûne de şert û mercên nû diyar dike û ev rewş jî pêşveçûnê di warê agirbestê de dereng dixîne. (ÎLKHA)