• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Tûgayên Qessam dîmenên kemînê parve kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam weha got: "Bi izn û alîkarîya Xweda, leşkerên sîyonîst ketin kemîneke ku ji berê ve hatibû amadekirin û hatin kuştin an jî birîndarkirin."

Di vîdeoya ku hat weşandin de hat dîtin ku teqemenîyên destçêkirî li qada kemînê hatine bicihkirin, piştre yek ji çeteyên îşxalker herêmê kontrol kirîye û droneke îşxalker a bi tîpa Quadcopter jî kontrol kiriye ka kemîn heye yan na, piştre leşkerên îşxalker dest bi ketina hundir kirine.

Tûgayên El-Qessam bal kişand ser wê yekê ku îşxalkeran rastîya windahiyên xwe veşartiye û diyar kir ku hemû agahiyên derbarê kemînê de ji ber sedemên ewlehiyê nehatine weşandin.

Dagirkeran daxuyand ku doh li bakurê Xezzeyê di pevçûnên bi berxwedana Filistînê re efserek û 2 leşker mirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir