Li Keşmîrê qeza pêk hat: 5 leşkerên Hîndistana îşxalker mirin
Li Keşmîra di bin îşxala Hîndistanê de ye wesayîtekî leşkerî ket nav gelîyê û qeza kir, di encamê de 5 leşkerên Hîndistana îşxalker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Qeza, li herêma Pooncha bajara Srînagarê pêk hat.
Rayedaran, destnîşan kirin ku wesayîtekî leşkerî li nêzê Xeta Kontrola Keşmîrê li alîyê çîya şiqitî û ket nav gelîyê, di encamê de herî kêm pênc leşkerên Hîndistanê mirin, çend leşker jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku piştî qezayê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin. (ÎLKHA)