Mucahîdên Qessam leşkerên îşxalker di malekê de bêbandor kirin û êsîran xelas kirin
Tûgayên Qessam ragihand ku li taxa Beyt Lahîya Xezzeyê li malekê 3 leşkeran bi kêrê kuştine û leşkerên dinê jî bêbandor kirine û piştre jî girtiyên di malê de rizgar kirine.
Tûgayên Qessam di daxuyanîya xwe ya li ser qenala Telegramê de diyar kirin ku li bakurê Xezzeyê operasyoneke berfireh li dar xistine.
Tûgayan diyar kirin ku wan 3 leşkerên sîyonîst ên ku dixwestin avahîyekî biparêzin li herêma Beyt Lahîyayê bi danîna barîqatê bi kêrê xistin û kuştin.
Qessam got ku piştî vê yekê micahidan bi ser malê de girtin û hemû endamên hêzên sîyonîst ên di malê de ji mesafeya sifirê bêbandor kirin û çekên wan jî desteser kirin; Wî destnîşan kir ku wan gelek Filistînîyên ku ji ber îşxalê hatibûn desteserkirin serbest berdan.
Tûgayên El-Qessam diyar kirin ku di operasyoneke din a li Kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê de bi roketên Yasîn 105 keştîya sîyonîst û tanka "Merkava"yê xistin û balafira bêmirov a "Quadcopter"a siyonîst xistin xwarê. (ÎLKHA)