Nanê xwe ji kevir derdixin
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê westayên ku nanê xwe ji kevir derdixin, qala zor û zehmetîya karê xwe kirin û di heman demê de bi tevî teknolojîyê jî rehetî ji wan re çêbûye.
Ecevît Kaya û Faîk Yagiz ku li navçeya Çinarê westatîya keviran dikin, îfade kirin ku ew ji 15 salan zêdetir e vî karê dikin.
Westayan qala jiyana xwe, debara xwe û zor û zehmetîya xwe ya di vî karî de kirin.
Ecevît Kaçan destnîşan kir ku westatîya keviran karekî zehmet e, bi giştî li gundên derdorê dixebitin û dûre weha axavtina xwe zêde kir, “Ez bi tevî westayê ku min perwerde kir re 2 sal xebitîm, ez emelê wî bûm. Dema ku min emeletîyê kir min xwe jî perwerde kir û ez bûm westa. Ev bû 15 sal zêdetir e vê karê dikim.”
“Kevirên ku mezin in bi destê xwe dişkînin”
Kaçan, “Li gundekî ku kîlometrekî dûrê me ye kepçe tên û kevirên li wê derê parçe dikin û tînin, em kevirên mezin jî bi hors û mucan dişkînin û di dîwarên ku lêbikin de dişxulînin. Ev kar westatîyê dixwaze, însanekî normal nikare vê karê bike, ev kar karekî zehmet e û mirov pê reht dibe. Em jî berê nizanibûn, me di bin destê westayê xwe de çiraxtîyê kir û em bûn westa.”
Kaçan qala hûrgilîyên vê karê jî kir û weha zêde kir, “Hûrgilîya vê karê jî ev e ku tu bi hors û mucê ji kevir re şeklekî duz didî. Sirrê kevirê duz jî zemînekî duz e, ger ku zemîn duz nebe dibe ku kevir jî çelexwarî were.”
“Ji ber ku karekî giran û bizehmet e li van deran yekî dinê ku vê karê bike tineye”
Faîk Yagiz destnîşan kir ku ew di seat 6ê sibehê de dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin:
“Em li gundên derdorê vî karî dikin. Em carna bi yewmîya carna jî gotirî îş digrin. Karê me pir bi zehmet e. Em 4 westa bi hev re dişxulin. Li gundê jorin 3 kesên dinê jî vî karî dikin, ji ber ku ev kar zor û bi zehmet e zêde kes vê karê nake. Van kevirên reş kevirên Qerejdaxê ne. Me berê bi destan van keviran dişkand, êdî kepçe dişkîne û bi qamyonan ji me re tîne. Şikandina keviran jî westatîyê dixwaze, dema ku li ser kêlekî bidî erdê kevir jî wek kêlê dişkê, dema ku tu rast yanê dûz deynî erdê kevir jî ew ê dûz were.”
Yagiz destnîşan kir ku ew 20 sal e vî karî dikin û xeyn ji vî karê li tu karekî nexebitîyan e û derheqê hûrgilîyên vê karê de agahîyan da:
Yagiz, “Dîwarê me ji ber benan rast tê. Ben weka ku patronê vî karî ye. Em bi alîkarîya terazîyê ben kaş dikin û dûre keviran bi tevî xercê didin rêza ben û dîwarê bi wê şeklê lê dikin.”
Westa Faîk jî qala zehmetîya kar kir û weha got, “Ev kar karekî bizehmet e û mirov pê reht dibe, me ciwanan perwerde nekir ku bila piştî me vê karê bidomînin; min ji zarokên xwe re jî vê karê hîn nekir, ez naxwazim jî hîn bibe. Zarokên min karê qalibê dikin. Ez jî rojekî çûm karê qalibê lê min got ‘hûn min serjêkin jî ez vî karî nakim’ dûre min vê karê xwe berdewam kir. Em bi tuxlayên normal jî dîwarên lê dikin lê giranî bi keviran lê dikin.”
Yagiz îfade kir ku ew ji tu kesî re vî karî tewsîye nake û di dawîya axavtina xwe de weha got:
“Pir zor û bi zehmet e, ji xwe şikandina keviran gelek pirsgirêk e, barkirina wî jî pirsgirêgekî dinê ye. Carna em 2 kes bi zorê bar dikin carna jî 4 heb bi zorê bar dikin. Kevîrekî ku rast neyê bicîhkirin dibe sedema xerabûna dîwarê.” (ÎLKHA)