• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Îşxalkeran, derdorê Nexweşxaneya Kemal Advanê bombe kir: 3 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nerxweşxaneya Kemal Advanê ya li bakurê Xezzeyê, di orta ji bo xelaskirina nexweş û personelên tenduristîyê banga midexeleyê hat kirin de ev bû du roj e dûçarê êrîşê îşxalkeran dibe.

Artêşa îşxalê, derdorê Nexweşxaneya Kemal Advanê bomberdûman kirin. Li gorî diyarîyên ewil di encama bomberdûmanê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, îşxalkerên ku li dijî nexweşxaneyê bi guleyên topan bomberdûmana xwe didomîne, beşa welidîbûn û jiydayîkbûnê jî bi nîşandaran hedef digre û dibe sedema xesarên giran. Ji ber êrîşan bi ekîbên hindir re jî ragihanî qut bûye.

Heman çavkanîyan, diyar kirin ku ekîbên tenduristîyê yên ku di nexweşxaneyê de dimînin jî ji bona ku xwe ji şarepnel û guleyan biparêzin di qorîdor û beşan de kom bûne, balafirên bêînsan yê hewayê ya îşxalkeran jî jenerator û tankên sotemenîya nexweşxaneyê hedef girtin û bi temamî ceryana nexweşxaneyê qut kirin.

Artêşa îşxalê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê ji alîyê bejahî, hewa û behrê êrîşên xwe didomîne, di encama van êrîşan de bi tevî zarok û pîrekan 45 hezar û 259 kes şehîd bûn, 107 hezar û 627 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran şehîd hêj di bin kavilan de ne encax ambûlans û ekîbên xelaskirinê nikarin xwe bighêjînin wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir