Li Qestamonûyê mînîbûs qelibî: 1 mirî 23 birîndar
Li Qestamonûyê mînîbûs qelibî, li gorî diyarîyên ewil di encamê de kesekî canê xwe ji dest da 23 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Sînop-Qestamonûyê pêk hat.
Mînîbûsa rêwîyan a ku ji Stenbolê dîçû Sînopê, ji ber ku şofêrê mînîbûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîyê qezayê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da 23 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku mînîbûs ji bo cenazeyekî çûye Sînopê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)