Wezîr Fîdan, li Şamê bi Ahmed El Şarayê re hat cem hev
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, serokê nû yê Bireveberîya Sûrîyeyê Ahmed El Şara (Colanî) re hat cem hev.
Wezîr Fîdan, li Şamê di Seraya Gel de ji teref serokê nû yê Bireveberîya Sûrîyeyê Ahmed El Şara (Colanî), serokwezîrê nû yê ku ji serê hikûmetê re hatibû tayînkirin Muhammed Beşîr û wezîrê karên derve yê nû ya Sûrîyeyê Esaad Hasan Şeybanî ve hat pêşwazîkirin.
Wezîr Fîdan, dûre bi Ahmed El Şarayê re hevdîtinekî ku ji çapemenîyê re girtî hat tertîpkirin.
Muxalîfên bi pêşengîya Heyet Tahrîr El Şamê, di 8ê Kanûnê de rejima Esadê xistin û li welat bireveberîyê bidestxistin. (ÎLKHA)