Leşkerên îşxalker li Sûrîyeyê êrîşî xwepêşandaran kirin
Leşkerên rejima îşxalker, li gundê Marîyeya rojavaya bajara Deraya başûrê Sûrîyeyê gule li ser xwepêşaran rijandin, herî kêm xwepêşandarekî birîndar bû.
Li gorî xebera El Vatan Onlineyê, leşkerên îşxalkeran li gundê Marîyeya rojavaya bajara Deraya başûrê Sûrîyeyê gule li ser xwepêşaran rijandin, di encamê de herî kêm xwepêşandarekî birîndar kirin.
Di xeberê de hat îfadekirin ku xwepêşandaran dixwazin ku bila hêzên îşxalê ji herêmê derkevin û ji ber vê yekê xwepêşandanekî dane destpêkirin.
Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyeyê jî diyar kir ku hêzên îşxalê berê xwe dane qotê rojavaya bajara El-Refîdê û ev jî nîşan dide ku li alîyê Girê Golanê ku di bin îşxala sîyonîstan de ye gengeşî zêde dibe.
Çavdêrxane, destnîşan dike ku ji mirovên ku bûyerê dîtine agahîyan standîye, li herêmê hebûnekî zêde ya leşkerên sîyonîstan heye û rewşekî elarma bilind heye.
Çavdêrxane diyar kir ku hêzên îşxalê roja Çarşembê 9 kîlometre nêzê Derayê hatine û ketina nav Bendava el-Vahdaya ku li gundê Kuwaya nav sînora Sûrîye-Urdinê de ye.
Hat destnîşankirin ku hêzên îşxalkeran ketine nav Tabûra 74emîn a artêşa Sûrîyeyê jî ku ev tabûr li nêzê gundê Saydayê ye.
Ji teref Çavdêrxaneyê ve hat îfadekirin ku ev êrîş ji serxwebûnîya Sûrîyeyê re îxlalekî ciddî ye û ji ber tinebûna xebatên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina gengeşîyê jî li alîyê başûr roj bi roj rewşa ku xerab e zêdetir xerab dibe.
Rejima sîyonîst a îşxalker, bi ketina rejima Esad li Sûrîyeyê îşxalên xwe berfirehtir dike. (ÎLKHA)