Pentagon daxuyand ku li Sûrîyeyê 2 hezar leşkerên Emrîkayê hene
Wezareta Parastina Emrîkayê (Pentagon), daxuyand ku li Sûrîyeyê 2 hezar leşkerên Emrîkayê hene. Ev reqem, li gorî daxuyanîyên berê ku dihat gotin 900 heb in gelek zêdetir e.
Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder, di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku bi hesaba 1.100 leşkerên îlawe “hêzên dewrîyeyê ya demborî” ne bi giştî di navbera 30 roj û 90 rojan de wezîfeyan dikin. Hat diyarkirin ku wezîfeya van leşkerên, lazimatîyên mesulîyeta Fermandarîya Navenda Emrîkayê (CENTCOM)ê temîn bikin in.
Xeyn ji vê agahîyê hat îfadekirin ku 900 leşkerên dinê jî wezîfeya hêzê mayînde dibînin û dema wezîfeya wan jî di navbera 9 meh û 12 mehî de diguhere.
Emrîka bi beheneya DAEŞê îfade dike ku ew ê leşkerên wan li Sûrîyeyê bimînin. (ÎLKHA)