Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 206an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 206an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 512an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên siyonîstên îşxalker ku di roja 440emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 77 sîvîlan şehîd kirin û 174 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 206an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 512an. (ÎLKHA)