Demîr: Divê dewlet, dev ji teşwîqkirina qumarê berde!
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê civîna çapemenîyê li dar xist. Demîr di civînê de qala qumarê kir û weha got: “Lazim e dewlet dev ji teşwîqkirina qumarê berde, ji netewebûnî derbixe.”
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Entabê Şahzade Demîr di civîna xwe ya çapemenîyê ya ku di meclisê de lidar xist derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.
Demîr got, divê daxwazên karkerên Polonezê bên bicihkirin û îfade kir bi hemû karker di bin şertûmercên xirab de dixebitin.
Karkerên Polonezê
Demîr, “Derxistina 146 karkerên Fabrîkaya Goşt a Polonezê carek din daye nîşandan ku di sektora senayî ya Tirkîyeyê de heq û mafên karkeran bê parastin in. Bi zorê dibêjin herkes di hefteyekê de 7 rojan bixebitin. Herwiha tê îddîakirin ku di warê dayîna meaşê de jî bêedaletî heye. Karkeran bi pereyekî hindik didin şixulandin. Ji ber vê yekê karker dengê xwe bilind dikin ev yek jî hem însanî hem jî adîl e.”
Qumar û Mîllî Pîyango
Demîr bal kişand ser organîzasyonên qûmarê jî û got, divê dewlet dev ji teşqîqkirina qumarê berde.
Şahzade Demîr, “Mîllî Pîyangoya ku bi destê dewletê tê organîzekirin, civakê îfsad dike. Lewra vê qumarê bi navê mîllî û neteweyî bi nav dike û weka tiştekê normal dide nîşandan. Divê dewlet dev ji teşwîqkiran qumarê berde. Qumarê ji mîlîbûn û netewebûnê derxîne. Cûreyên her qûmarê yên karê şeytan bê qedexekirin.”
Zewaca ciwanan
Demîr balk kişand ser rewşa ciwanan û got ciwan êdî nikarin bizewicin. Ev rewş bi zêdebûna qrîza îqtîsadê zêdetir xera bûye.
Demîr axavtina xwe weha berdewam kir, “Ev qredîyên ku ji bo hêsankirina zewacê tên dayin, li hember zêdebûna fiyatan qîm nakin. Ji ber vê yekê divê alîkarîyên ku tên kirin bêne zêdekirin. Bîlxasa divê alîkarîya eşyayên spî ji ciwanên ku dizewicin re bên kirin.”
Demîr bal kişand ser rewşa mamosteyên astengdar jî got divê tayinkirina wan dereng neyên xistin.
Mamosteyên astengdar
Şahzade Demîr, “Namzetên mamosteyên astengdar hêvî dikirin ku di Roja Astengaran Dinyayê ya 3yê Kanûnê de bên tayinkirin. Ji ber şertûmercên xirab ên îqtîsadê divê tayinkirina wan neyên dereng nexînin û mexdûryetên malbatên wan bên çareserkirin.”
Demîr di berdewama axaftina xwe de îfade kir, zanîngeha artêşa karkerên bidîploma mezûn dike û got, “Li welatê me her sal nêzî mîlyonekî xwendekar mezûn dibin. Lê tenê dîplomayên xwe distînin û beşdarê artêşa karkerên bidîploma dibin. Ji bo zanîngeh ji cihê fikrûramanên sîyasî dûr bên xistin divê xebat bên kirin. Yanî pêşeroja welat di bin telûkeyê de ye.”
Fealîyetên sîyonîstên îşxalkeran
Demîr hişyarî da û got, rejima sîyonîst îşxala xwe berfireh dike, “Rejima îşxalê ya ku li Xezze, Şerîaya Rojava û Lubnanê îşxala fiîlî pêk anîtîye piştî rejima Baasê hilweşiya li Sûrîyeyê jî dest bi îşxalê kirîye. Digel bi deh hezaran pîrek û zarok li Xezzeyê hatin qetilkirin, ti dengek ji alema Îslamê û ji civaka navnetewî derneket. Vê bêdengîyê ji bo îşxala Sûrîyeyê zemîn û bingeh amade û hazir kirîye.”
“Ger ku hewce bike divê ji rejima sîyonîst re midexeleya leşkerî bê kirin”
Demîr di dawîya axaftina xwe de got, tanqên îşxalkeran a niha li Xezze, Sûrîye û Lubnanê ne, ger hewce bike midexeleya leşkerî ji rejima sîyonîst re bê kirin:
“Piştî Filistînê, berê xwe dan Lubnanê, ji wê derê jî berê xwe dan Sûrîyeyê. Ev yek jî planên sîyonîstên heydût nîşanê me dide. Divê alema Îslamê êdî mudaxaleya leşkerî ya li dijî rejima sîyonîst bîne rojevê. A niha tanqên sîyonîstan li Xezze, Sûrîye û Lubnanê ne. Ger hewce bike mudaxaleya leşkerî jî li rejima sîyonîst bê kirin. Yanî ne mimkûne ku rejima îşxalê bê sekinandin.” (ÎLKHA)