Li Şerîaya Rojavayê di nav 24 seatên dawîn de 23 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin
Li Şerîaya Rojavayê di çarçoveya “Tofana Eqsayê” de, digel êrîşên îşxalkeran û operasyonên ewlehîya qaşo ya Mahmud Abbas çalakîyên berxwedanê berdewam dikin.
Di nav 23 seatên dawîn de li dijî îşxalkeran 23 çalakîyên berxwedanê hatin tertîpkirin. Li Şerîaya Rojavayê li 11 cîhên cuda bi 3 operasyonên çekdarî, pevçûna çekdarî, du teqemenî, pevçûn û avêtina keviran çalakî hatin lidarxistin.
Hat îfadekirin ku li bajaroka Xizma û Ebû Dîsa Quds îşxalkirî, li Karyut, Kusra, Sebastîya û Burîna Nablusê, li Ramîn û Anbataya Tulkerîmê û bajaroka El-Hizira Beytlahîmê pevçûn derket.
Di seatên êvarê de li bajara Tubasa Şerîaya Rojava pevçûn derket û wesayîtekî leşkerî bi avêtina teqemenîyê xesarê dît.
Berxwedêran, li nêzê bajaroka Sebastîyaya bakurrojavaya Nablusê qamyonekî leşkerî ya îşxalkeran bi teqemenîyê hedef girt. (ÎLKHA)