Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Krîza esil a rojeva me ne aborî ye, krîza exlaqî ye
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de, di rûniştina bûdçeyê de axivî. Dînç di axavtina xwe de weha got, “Qezenca esil a di aborîyê de, parvekirina bi adil û belavkirina refahê ji gel re ye.”
Parlamenterê Mêrsînê û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî, di rûniştina bûdçeyê de ji bo axavtinê destûrê xwest û axivî.
Dînç ji axavtina xwe re bi navê Xwedê dest pê kir û weha got, “Ez dixwazim ku ji gotina xwe re bi lenetkirina rejima terora sîyonîst ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê qirkirinê dike dest pê bikim. Ev rejima wehş û hov ku Xalid Nebhan ku ji nevîya xwe re digot ‘Rihê rihê min’ qetil kir di heman demê de bi îşxalên li Sûrîyeyê ji herêmê re dibe tehdîdek. Alema Îslamê mecbûre ku li hember vê îşxala sîyonîst yekîtîyekî bi qewet saz bike û vê wehşetê bide sekinandin; bileqs, ev agir wê tenê li Xezzeyê nemîne û ew ê belavê temamê erdnigarîya Îslamê bibe.”
“Di bin navê ‘Kûrewîbûnê’ de neslên me têne xerabkirin”
Dînç, “Derheqê bûdçeya sala 2025an de gelek tişt hene ku bê gotin encax neyê jibîrkirin ku qezenca ewil a di aborîya de parvekirina bi adil û belavkirina refahê ji gel re ye. Hevalên biqîmet, em di dewra ku teknolojî bi lez û bez pêşve diçe de ne. Di bin navê ‘Kûrewîbûnê’ de neslên me têne xerabkirin. Li hember vê xerabkirinê parastina sazîya malbatê û nirxên civakî wezîfeya eslî ya dewletê ye. Weşan, dîzî, bername û fîlmên ku di televîzyonan de têne nîşandan û weşandin ku di nav de tiştên ji rê derketî û xerab hene bûye wek ûr û vîrûsekî ku ketîye nav civakê. Van bernameyan jî hevberdanên di nav jin û mêran de zêde kirîye, sazîya malbatê hilweşandîye û zêhnê ciwanên me qirêj kirîye. Ev fealîyetên îfsadî ku malbatê xera dikin, civakê hildiweşînin ji nirxên gelê me re herbekî vekirî daye destpêkirin. Ji ber vê yekê ev weşan û bernameyên ku exlaqê xera dike bêne lêkolînkirin, ger ku hewce bike bi temamî bêne qedexekirin. Em wehşîtî û hovîtîya rojavayê nekin nav malên xwe, em malbatên xwe û neslên xwe li gorî nirxên medenîyeta xwe perwerde bikin.”
Dînç di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku emrê bikaranîtina tiryakê gelek ketîye.
Hat îfadekirin ku rêya herî baş a parastina ciwanan perwerdehî ye. Lê divê ciwanên me ciwanên ku bêkarên bidîplomayî nebin.
Faruk Dînç di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ger ku ciwanîyekî me ya biexlaq, bierdem, bibawer û medenî hebe siberoja me jî heye. Bi van hest û fikran, dawxaz dikim ku bûdçeya 2025an bixêr be, sazîya Giştî bi rêz silav dikim.” (ÎLKHA)