• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Yapicioglu, di salvegera 12emîn a HUDA PARê de peyamek da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta di salvegera partîya xwe ya 12emîn de peyamek vîdeoyî parve kir.

Yapicioglu îfade kir ku ew wek HUDA PARê 12 sal berê, “Wek tevgereke sîyasî ya li ser edalet, biratî û hurrîyetê hatîye damezrandin derketine rê” û dûre weha îfade kir, “Ev meşa pîroz ya ku me 12 sal berê da destpêkirin, îro bi şekleke qewettir berdewam dike. Di vê pêvajoyê de, ji bona ku ji her ferdekî gelê xwe re xizmetê bikin, em bibin dengê wan, ji bo ji derdê wan re bibin derman bi hemû qeweta xwe xebitîyan.”

Yapicioglu, “Ez di salvegera damezrandina me ya 12emîn de cardin dixwazim ku vê tiştê bibêjim ku HUDA PAR, tenê partîyekî sîyasî nîne, di heman demê de ew tevgerekî dozê ye. Micadeleya me ji bo tesîskirina ji nû ve ya edaletê, hizûra însanîyetê û aştîyê ye. Em, wek neferên vê dozê, ji bo bidestxistina riza Xwedê û ji bo ummeta Îslamê û welatê xwe wê xebatên xwe bidomînin.”

Yapicioglu bal kişand haya wan jê heye ku ew di vê pêvajoya zor û zehmet yê ku ummeta Îslamê û welat di nav de derbas dibe de mesulîyetên giran li ser HUDA PARê dikeve, “Em ê hilberîna çareserîyên di çarçoveya heqqanîyet, adil û Îslamî de ji bo pirsgirêkên ummeta Îslamê û welatê xwe bidomînin. Em ê goh nedin ji ti zext û zordarîyan re û li ser îstîqametê meşa xwe bidomînin.”

Yapicioglu di peyama xwe de weha got:

“Bi vê wesîleyê ez ji hemû xûşk û birayên xwe yên ku bawerîya me dikin, bi me emînin re sipasîyên xwe pêşkêşî dikim. Em ê di siberojê de jî bi hev re û di nav hevkarîyê de bi şekleke qewettir bixebitin, em ê bi îzna Xwedê bibin dengê heq û edaletê. Ez ji hemû xûşk û birayên xwe yên ku ji damezrandina partîya me heta niha ked dane, alîkarîyê kirine û gelê me yê ku me tenê nehiştine re şikranîyên xwe pêşkêşî dikim. Ez hevalên xwe yên ku di vê rê de bi hev re meşîyane û niha ne di nav me de ne û çûna axiretê jî bi rehmet û minnet yad dikim.

Ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila ev meşa pîroz a HUDA PARê bibereket bike, ji bona ku ji welatê me, ji gelê me yê bi qedr û qîmet û ummeta Îslamê re xizmetên bixêr bike serfiraz bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir