Serokkomar Erdogan çû Misirê
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Vekirina Civîna Lûtkeya D-8 û Rûniştina Taybet a Rewşa Filistîn û Lubnanê bibe çû Misirê.
Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz û Walîyê Enqereyê Vasip Şahîn, Serokkomar Erdogan ji Balafirgeha Esenbogayê birin.
Wezîrê Bazirganîyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Midûrê Ragihandinê yê Serokkomarîyê Fahrettîn Altun û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlehîyê yê Serokkomarîyê Akîf Çagatay Kiliç bi Erdogan ra çûn Misirê.
Erdogan ew ê beşdarî Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Aborî ya Heşt Welatên Pêşketî bibe ku Tirkîye jî di nav de ye. Endamên D-8ê herî dawî di meha Hezîranê de li Stenbolê hatin cem hev û di lûtkeya awarte de mijara ‘Xezzeyê’ hat nîqaşkirin.
Di lûtkeya ku dê li Qahîreyê bê lidarxistin de dê mijarên herêmî û cîhanî û herwiha têkiliyên aborî bên gotûbêjkirin. (ÎLKHA)