WHO: Zêdeyî 70 hezar koçberên neqanûnî canê xwe ji dest dan
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 70 hezar koçberên neqanûnî canê xwe ji dest dane.
WHO bi munasebeta 18ê Kanûnê, Roja Navneteweyî ya Koçberan, postek ji Xê parve kir.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 70 hezar koçberên neqanûnî mirine.
Piştî van hejmarên trajîk, WHO banga koçberîya bi ewle, bi rêk û pêk û bi rûmet kir û got, "Divê tu rêwîtî bi trajedîyê neqede. Ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 70 hezar koçber mirin. Werin em koçberîya bi ewle, bi rêkûpêk û bi rûmet biparêzin. Em mafên tenduristîyê biparêzin, pêşî li mirina zêdetir." (ÎLKHA)