Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 97an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 97an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 244an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên siyonîstên îşxalker ku di roja 439emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 38 sîvîlan şehîd kirin û 203 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 97an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 244an. (ÎLKHA)