Micahîdên Qessam avahîyekî ku 11 îşxalker di nav de bûn teqandin
Tûgayên Qessam, daxuyand ku ew li Kampa Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê, malekî ku 11 leşkerên sîyonîst di nav de bûn bi teqemenîyekî qewet teqandine, îşxalkerên di nav de mirin û birîndar bûn.
Tûgayên Qessam di daxuyanîya ku belav kirin de destnîşan kirin ku li rojavaya Kampa Cîbalîyeyê bi îşxalkeran re ketin nav pevçûnê û di wê pevçûnê de 3 leşkeran tesfîye kirine, helîkopterên sîyonîstan jî ji bo birina mirî û birîndarên xwe tehlîyeyan kirine.
Qessam, ragihand ku ew leşkerên ku ketine nav Xezzeyê jî hedef girtine û derheqê van operasyonan de deng û dîmenan parve kirin. (ÎLKHA)