Li Xezzeyê mala ku sîvîl di nav de bûn hat bombekirin: 8 şehîd
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşî malekî ku sîvîl xwe sipartibûn kir, di encama êrîşê de 8 sîvîl şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê, li herêma Meşrû Beyt Lahîyaya bakurê Xezzeyê êrîşî malekî kir.
Di nav mala ku aîdê malbata Bettahê bû û di nav de sîvîlên ku xwe sipartibûn hebûn de êrîş hat lidarxistin, di encamê de 8 sîvîl şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin şehîd û birîndar ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku ji ber êrîşa asîmanî ku di xanîyê de bûbû sedema xerabûn û şewatê rewşa birîndaran giran in. (ÎLKHA)