Li Xezzeyê 2 leşkerên îşxalker hatin kuştin
Çapemenîya îşxalê ragihand ku li başûrê Xezzeyê 2 leşkerên îşxalker ku di nav wan de efserekî Tugaya Nahal jî heye hatin kuştin.
Rejîma îşxalker ragihand ku di qirkirina ku li başûrê Xezzeyê didome de efserekî sereke û leşkerekî Tûgayê Nehalê hatine kuştin.
Di daxuyanîya rejîma îşxalker de der barê leşkerên kuştî de agahî hatin dayîn, navên leşkerên hatin kuştin û agahiyên din nehatin parvekirin. (ÎLKHA)