Ji nû ve avakirina Sûrîyeyê wê bi salan bidome
Ji ber ku Sûrîye piştî 13 salan derbasî serdemeke nû dibe, tê gotin ku ji nû ve avakirina welat dibe ku bi salan bidome.
Di ser bûyerên ku bi lez û bez veguherî şerê navxweyî yê li Sûrîyeyê de, nêzî 13 sal derbas bûn.
Ji ber ku xwepêşandanên li dijî desthilatdarîya Beşar Esad ku di sala 2011an de dest pê kiribûn veguherî şerê navxweyî, bi milyonan kes malên xwe terk kirin.
Şerê navxweyî, li welat bû sedema mirina nêzîkî 1 mîlyon mirovan.
Gelek herêm, bajarên mezin ên wekî paytext Şam, Heleb û Humusê jî di nav de, wêran bûne.
Welat ne tenê di avahîsazîyê de lê di binesazîya enerjiyê de, wek ceryan, înternet û ragihandinê de jî derbên mezin girt.
Xanîyên ku ji teref muxalîfan ve hatin berdan ji teref hêzên rêjîmê ve hatin şewitandin, wêrankirin û xerakirin.
Malbatên ku piştî şoreşê vegerîyan warên xwe, ji ber ku malên xwe terk kiribûn nikarin bibînin.
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek rêxistinên navneteweyî, dibe ku bûdceya ji bo avakirina Sûrîyeyê ji 400 milyar dolaran derbas bibe.
Ne mimkin e ku Sûrîye bi tena serê xwe rûbirûyê wêranîya mezin a şer bibe.
Heya niha ji bo avakirina Sûrîyê tu piştgirî ji civaka navdewletî nehatîye dayîn. Hat diyarkirin ku ji ber ku li welat îstiqrar dest pê bike dê tevkarîyên sîyasî û leşkerî jî hebin.
Tirkîye li herêmên rojavayê Çemê Firatê li bakurê Sûrîyeyê xebatên xwe yên avakirin û temîrkirinê didomîne.
Lê belê tê texmînkirin ku li welatê ku wêranîyeke mezin dîtîye xebatên ji nû ve avakirinê di demeke kin de neqede. (ÎLKHA)