Ji ber mija gur qeza çêbû: 1 jê giran 2 birîndar
Li navçeya Pirareş a Rihayê ji ber mija gurr qeza pêk hat, di encamê de 1 jê giran 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li Taxa Atakentê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji ber mijê 2 wesayît û serwîsekî li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)