• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Rejima qatil li Xezzeyê qirkirinê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa qaşo yê rejima îşxalker, li bajaroka Beyt Lahîyayê êrîşan pêk anît, di encamê de 7 kes şehîd bûn, gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku li heman herêmê ji mala malbata “Avde”yê re jî êrîş hatîye lidarxistin û 2 kes jî li wê derê şehîd ketîne.

Ji mala malbata “Salîha” ya li herêma Muhaberatê ye re jî bombe hatine avêtin û di encamê de 3 Filistînî şehîd bûn, birîndarên ku rewşa wan giran in hene.

Hat destnîşankirin ku ji mala malbata “Kuzaat” a li Taxa Sabrayê re êrîşa asîmanî hatîye lidarxistin, 2 Filistînî şehîd bûn, 2 kes jî birîndar bûn.

Rejima sîyonîst ji 5ê Cotmehê vir ve li Cîbalîye, Beyt Lahîya û Beyt Xanûnê dorpêçê bikartîne. Îşxalkeran, bi astengkirina têketina herêman milletê di nav rewşa koçkirinê de dihêle.

Artêşa îşxalê ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê 17 hezar û 492 jê zarok, 11 hezar û 979 jê pîrek tev de 45 hezar û 28 kesan şehîd kir, 106 hezar û 962 kesan jî birîndar kirîye.

Tê destnîşankirin ku hêj bi hezaran şehîd di bin kavilan û serê rê de ne, ekîbên parastina sîvîlan jî nikarin biçin ser wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir