• DOLAR 35.376
  • EURO 36.459
  • ALTIN 3004.53
  • ...
Li Vanuatuya Pasîfîkê di mezinahîya 7,3yan de erdhejek pêk hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saîya Lêgerîna Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), diyar kir ku roja sêşemê li gorî seatên mehellî di seat 12.47an de li 30 kîlometre rojavaya Port Vilaya paytexta Vanauayuyê di mezinahîya 7,3yan de erdhejek pêk hat.

Di encama erdhejê de kesekî canê xwe ji dest da.

Hat îfadekirin ku li heman derê di mezinahîya 5,5an de erdhejeke dinê jî pêk hat.

Piştî erdhejê sîteyên înternetê ya hikûmeta Vanuatuyê hatin girtin, ji nimareyên polês û sazîyên dinê re têkilî qut bûn.

Rayedaran ji gel re hişyarîya tsûnamîyê dan û banga “biçin herêmên ewle” kirin.

Li gorî daneyên USGSyê erdhej 43 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.

Navenda Hişyarîya Tsûnamîya Pasîfîkê, ji ber erdhejê hişyarîya tsûnamîyê neda. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir