• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Yek ji serokên Tûgaya Cenînê Cayaise, ji teref hêzên Mehmûd Ebbas ve hat şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çavkanîyan diyar kirin ku danê vê sibehê şervanê berxwedanê Yezîd Cayaise li nêzî Cenînê di pevçûneke bi hêzên Mehmûd Ebbas re hatîye kuştin.

Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) diyar kir ku ev helwesta rêveberîya Mahmud Abbas metirsiyeke ciddî ye.

HAMASê, ji ber berdewamîya hedefgirtina berxwedêran rexne li hêzên Abbas kir, û ew bi gurkirina nakokîyên navxweyî wan sûcdar kir.

Hat ragihandin ku ji ber ku hêzên Rêvebiriya Fetih a girêdayî Mehmûd Ebbas in Kampa Penaberan a Cenînê dorpêç kirine, li Tulkarîmê dîsa bi berxwedêran re pevçûnan dest pê kir.

Rêveberîya Mahmûd Abbas destnîşan kir ku di pevçûnên li Cenînê de ciwana 19 salî Rubhî El-Şelbî şehîd bûye ew berpirsyar in. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, hêzên rêveberîya Abbas zêdetirî 150 Filistînî di girtîgehên Şerîeya Rojavayê de girtine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir